Sekreterê Giştî yê NATOyê îro serdana Tirkiyeyê dike

Li gorî pîlana Navenda Ragihandina NATO, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di rojên 3-5ê Mijdarê 2022ê de dê li Tirkiyeyê be û çend civîn û hevdîtinan li gel berpirsên Tirkiyeyê û NATO pêk bîne

03.11.2022, Per - 07:53

Sekreterê Giştî yê NATOyê îro serdana Tirkiyeyê dike
Nuçe Belav bike

Li gorî bernameyê, Jens Stoltenberg îro pêncşemê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu dicive û civîneke rojnamevanî ya hevbeş jî saz dikin. Stoltenberg roja piştî wê di 4ê Mijdara 2022 de li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Sekreterê Giştî yê NATOyê di vê serdana xwe ya Tirkiyeyê de diçe parêzgeha Çanakkaleyê û li gel hêzên NATO û fermandarên serbazî yên Tirkiyê yên NATOyê dicive.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina NATOyê, Stoltenberg dê li gel berpirsên Tirkiyeyê di derbarê proseya endambûna Swed û Finlandayê, şerê Rûsya û Ukrayna, peywendiyên Tirkiye-NATO û çend mijarên peywendîdar û hevbeş de gotubêjan bike.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja 1ê Mjdarê 2022an bi telefonê li gel serokwezîra Finlanda Sanna Marin û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson axiviye.

Her wiha biryar e roja 8ê Mijdara 2022an, Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson serdana Tirkiyeyê bike û li gel Recep Tayyip Erdogan di derbarê endambûna welatê xwe ya di nava NATOyê de gotubêj bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:19:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x