Serokên 6 partiyên opozisyonê îro ji bo 'berbijêrê hevbeş' dicivin

Maseya Şeş Partî wate şeş partiyên opozisyona Tirkiyê îro dîsan dicivin.

26.01.2023, Per - 06:49

Serokên 6 partiyên opozisyonê îro ji bo 'berbijêrê hevbeş' dicivin
Nuçe Belav bike

Maseya Şeş Partî wate şeş partiyên opozisyona Tirkiyê îro dîsan dicivin. Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener mazûvaniya wê civînê dike û dê mijarên wek “Bernameya Hikûmeta Hevbeş” û “Berbijêrê Hevbeş” bo posta Serokkomariyê di civînê de bên gotubêjkirin.

Yazdehemîn car e ku her 6 partiyên opozisyona Tirkiyê dicivin. Civîna îro ya şeş partiyan ku Akşener mazûvaniya wê dike, yekemîn civîna wan piştî diyarkirina roja hilbijartinan ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e.

Li gor agahiyan dê di civînê de mijarên wek “Bernameya Hikûmeta Hevbeş” û “Berbijêrê Hevbeş” ku biryar e di 30ê vê mehê de werin eşkere kirin bên gotubêj kirin. Lê tê gotin, ji eşkerkirina navê berbijêrê hevbeş zêdetir dê awayê destnîşankirina berbijêr binirxînin.

Beriya vê civînê Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener gotibû; “Derbarê berbijêrê serokkomariyê de em dê 26ê Çile rê û rêbazên destnîşankirina berbijêr gotubêj bikin.”

Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal jî ragihandibû ku berbijêr jî di nav de divê li ser van mijaran zû biryar bên dayîn.”

Herwiha serkirdeyên wan şeş partiyan derbarê civîna îro de dibêjin, divê di civînê de zêdetir bernameya hikûmetê were gotubêj kirin û piştî hatin ser deshilatê dê çi bikin bê eşkere kirin. Herwiha dibêjin ew naxwazin eşkerekirina navê berbijêr bikeve pêşiya vê rojeva wan.

Di heman demê de tê gotin ku di 30ê Çileya 2023ê de li salona Odeya Bazirganî ya Enqerê (ATO) bi daxwiyaniyekê dê Bernameya Hikûmeta Hevbeş bi beşdariya serokên her 6 partiyên opozisyonê were eşkerekirin û îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:34:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x