Parlamenterê HEDEPê yê Agiriyê Sirri Sakik, bal kişand li ser komkujiyên li Tirkiyeyê û got, “Ev sedsala reş a Komarê ye. Em dikarin bi hevre komareke nû ava bikin. Em dikarin rûpeleke spî ya nû vekin.”
Li lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaşên li ser pêşniyazname û pêşniyarên ji bo destûrê berdewam in.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) yê Agiriyê Sirrî Sakik li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.
Sirrî Sakik komkujiyên ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de çêbûne li ser rûpelekê çapkir û di meclîsê de nîşan da.
Sirrî Sakik dema derket ser kursî, bi Tirkî û Kurdî got “êvar baş”.
Sakik diyar kir ku ev îfadeya ku wî bi Kurdî bikar aniye dê wekî “zimanê nenas” di protokola meclîsê de cih bigire û bertek nîşan da:
“Dîroka Komarê ewqasî zelal û kurt e. Redkirin tê wateya înkar û îmhayê.”
Sakik diyar kir ku ji bo vekirina deriyên “komara demokratîk” divê pêşî rastî werin dîtin û got:
“Birêz Erdogan di civîna komê de çi dibêje, divê rêvebirên MHP û CHPyê biçin li rûniştin û protokolên veşartî yên meclîsê binêrin, ew dê li wir Kurdan, Kurdistanê, Çerkezan û Lazistanê bibînin.’
Ma Mustafa Kemal parçeker e? Dema Mustafa Kemal bang li parlementerên Kurd dikir, digot, ‘Parlementerên Kurdistanê’. Belê rast digot.
Piştî wê çi çêbû? Destûra bingehîn a 1921an ku dibêje ev axa Kurd û Tirkan e, her tiştî zelal dike. Piştî wê jî Lozan.
Şandeyek tê vir. Mustafa Kemal bi parlementerên Kurd re hevdîtinekê dike. Girtiyê Dêrsimê Hasan Hayrî, Yusuf Ziya û hemû wekîlên Kurd vedixwîne hevdîtinê. Bi kincên xwe yên netewî ve tê meclîsê. Jê re li çepikan dixin û dirabin ser xwe. Ev çarenûsa hevpar a Kurd û Tirkan e, ev der welatê wan e.”
“Em dikarin rûpeleke spî ya nû vekin”
Sakik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Bi hezaran Kurd û Elêwî tên qetilkirin. Serhildanên Nasturiyan hene. Li Elkê jî bi heman awayî serhildan hene... Yusuf Ziya û Hasan Hayrî, li Xarpêtê ji ber axaftin û cil û bergên neteweyî yên Kurdî hatin darvekirin. Yek jî li Bedlîsê.
Wan berdêla piştgiriya xwe bi canê xwe da. Piştre serhildana Şêx Saîd û hevalên wî çêdibe. Dibêjin hûn dê mafê me bidin me. Ew ji li Amedê hatin darvekirin û gora wan jî nediyar e. Piştî wê bi hezaran bûyer diqewîm in.”
Sirri Sakik bal kişand ser komkojiya Roboskî û gotinên Erdogan ên “Ev komkujî dê li korîdorên Enqereyê winda nebe” bi bîr xist û got, “Lê winda bû.”
Sakik têkildarê qetlîaman got:
“Ev sedsala reş a Komarê ye lê em dikarin komareke nû bi hev re ava bikin. Em dikarin komareke demokratîk bi hev re ava bikin. Peymana herî girîng, peymana ku dewletê bi gelê xwe re çêkiriye. Em êdî dikarin rûpeleke spî ya nû vekin.”