Stenbol: Çalakiya Kurdî ya NÇMê hat qedexekirin

Çalakiya Kurdî ya bi navê Çîrokên Xorasanê yê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ji aliyê qeymeqamiya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ve hat qedexekirin.

17.06.2023, Cts - 08:04

Stenbol: Çalakiya Kurdî ya NÇMê hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Biryar bû Navenda Çandê ya Mezopotamyayê roja Şemiyê 17ê Hezîrana 2023an demjimêr 20.00 li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê çalakiyeke çanda Kurdî ya bi navê ÇÎROKÊN XORASANÊ pêk bîne.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ev demeke amadekarî bo vê çalakiya xwe kiribûn û bilêtên çalakiyê firotibûn, lê roja Înê 16ê Hezîrana 2023an qeymeqamiya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ew çalakî qedexe kir.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamak belav kir û ragihand ku qeymeqamiyê bêyî ti sedemekê nîşan bide çalakiya wan qedexe kiriye lê ew dê tevî vê qedexeyê jî çalakiyê di heman demjimêrê de li navenda xwe bikin.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê di daxuyaniya xwe de tekez dike ku ew qedexe di rastiyê de qedexeya li ser ziman û çanda Kurdî ye û dibêje, “Wek hewldanên qedexekirinê yên berê ev hewldana qedexekirinê jî bo me betal e.”

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê di peyama xwe de dibêje, “Çalakiya me ya bi navê ÇIROKÊN XORASANÊ ku biryar bû 17ê Hezîranê roja Şemiyê demjimêr di 20:00an de li Navenda Çanda Alî Emîrî Efendi ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê lidarxistin, ji aliyê Qeymeqamtiya navçeyê ve bê sedem hat qedexekirin. Ev qedexeya ku bi saetan berîya çalakîya me hat kirin, di rastiyê de qedexeya li ser ziman û çanda kurdî ye. Wek hewldanên qedexekirinê yên berê ev hewldana qedexekirinê jî bo me betal e. Em ê di heman rojê de (17ê Hezîranê roja Şemiyê) û di heman saetê (20:00) de li Navenda Çanda Mezopotamyayê çalakiya xwe saz bikin. Em li benda hemû çîrokhez û mêvanên xwe ne. Nîşe: Biletên ku hatine kirîn derbasdar in.”

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê di sala 1991an de bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên Kurd li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatiye avakirin û ji wê demê ve çalakî û xebatan derbarê çand û zimanê Kurdî de dike. Navenda wê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê ye. Gelek caran konser, şano û çalakiyên corbicor ên vê navêndê yên li ser çand û zimanê Kurdî bi hincetên cûda ji aliyê rayedar û berpirsên Tirkiyê ve tên qedexe kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 536 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x