Tanrikulu: Di sîstema e-Reçetemê de çima Kurdî nîne?

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê 5 ziman li sîstema e-Reçetemê (reçeteya elektronîk) zêde kirin lê cih neda Kurdî.

28.08.2023, Pts - 07:51

Tanrikulu: Di sîstema e-Reçetemê de çima Kurdî nîne?
Nuçe Belav bike

Li hemberî vê helwesta Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, gelek kesan nerazîbûna xwe nîşan da.

Yek ji wan jî Parlementerê CHPyê yê Amedê Sezgin Tanrıkulu bû.

"Çima Kurdî nîne?”

Tanrikulu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye:

“Bi milyonan welatiyên me zimanê wan ê dayîkê Kurdî ye û cihnedana Kurdî di sistema e-Reçetemê de nayê qebûlkirin.

Ev yek nîşan dide ku naxwazin pirsgirêka ku welatiyên me ji ber pirsa ziman nikarin xizmetên tenduristiyê wergirin bibînin.

Di sîstema ku tê de Rusî û Erebî heye çima Kurdî nîne?”

Ji aliyê din ve Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan day.

HDPyê jî got, “Kurdên ku piştgiriyê didin AKPyê, gelo hun jî van pirsan nkin? Birêz Fahrettin Koca qet nebû tu li zimanê xwe jî xwedî derketibayî.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kiribû ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê zêde kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 821 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:16:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x