Rojnameger Taştekîn, daxuyaniyên li ser jinûve destpêkirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê nirxand û ragihand ku aliyan şert û mercên beranber danîne ber hev û heta niha ji bo pêkanîna van şertan ti nîşanek nehatiye dîtin.
Rojnamevan Fehîm Taştekîn diyar kir ku di rewşa asayîkirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê de dê herî zêde Kurd winda dikin û got “Rêya pêşîgirtina li vê yekê ew e ku beriya Tirkiyeyê divê Kurd bi Şamê re li hev bikin, di rewşeke wiha de dê Kurd 1-0 bikeve pêşiya Tirkiyê.
Rojnameger Taştekîn, daxuyaniyên li ser jinûve destpêkirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê nirxand û ragihand ku aliyan şert û mercên beranber danîne ber hev û heta niha ji bo pêkanîna van şertan ti nîşanek nehatiye dîtin.
Taştekîn diyar kir ku şertê herî mezin ê rêveberiya Sûriyeyê ew e ku Tirkiye ji herêmên ku ketine vekişe û pêaknîna vê gavê ji aliyê Tirkiyê nayê dîtin. Herwiha Taştekîn anî ziman ku di nava şert û mercên Tirkiyeyê de ew e ku komên çekdar ên opozîsyonê bibin hevparê rêveberiya Sûriyeyê.
Taştekîn diyar kir ku şandina Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek bo Şamê wekî navbeynkar ne "hilbijartinek rast e".
Taştekîn destnîşan kir gavên ku hikûmeta Tirkiyê yên der barê Sûriye, Îsraîl û welatên din ên ku bi wan re nakok in daivêje wek "hewldaneke ji bo vegerê li polîtîkayên serdema damezrandina AK Partiyê" ne. Taştekîn anî ziman ku li gel vê niyeta hikûmetê jî îmkana birêvebirina vê pêvajoyê nîne.
Rojnamevan Fehîm Taştekîn Bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê mijarên asayîkina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
Taştekîn wiha axivî:
“Em nizanin ku Tirkiye xwedî nexşerêyeke cidî ye an na. Eger hûn ji min bibirsin nêxşerêyeke Tirkiyê, rêveberiya Erdogan tine lê li bo ji nû ve têkiliya bi rêveberiya Sûriyeyê re bê avakirin zextek cidî çebû. Ev zext di serî de ji Rûsyayê tê, ya duyemîn jî pirsgirêka penaberan zexteke giran li hikûmetê dike. Niha divê hikûmet ji niha û pê de rêyekê bibîne ku bi Şamê re li hev bike. ji ber penaberan jî lêgerînek heye. Lê belê ev lêgerîn bi rastî eşkere nake ku hikûmet dixwaze çi bike. Di vir de nezelaliyek heye. Carek çûna Perînçek bo Şamê ne fikreke baş e, ango Dogu Perîncek ne navek ras te, ne naveynkarekî rast e. Her çiqas têkiliyên bi Şamê re diparêze jî, lê bi baweriya min rêveberiya Sûriyê jî di derbarê Dogu Perînçek de dudiliyên xwe hene ez difikirim ku ew difikire ku ew bi însiyatîfa xwe hinekî rklama xwe bike, û ji vê yekê sûd werdigre.
“Tirkiye li hevkariyeke ku destkeftiyên Kurdan li Sûriyê têk bide digere”
hikûmet ji aliyekî ve şert û mercên xwe hene. Tirkiye li hevkariyeke ku destkeftiyên Kurdan li Sûriyê têk bibe, digere. Yanî ji rêveberiya Sûriyeyê re dibêje 'Eger hûn Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê ji holê rakin, eger hûn bi wan re şer bikin, hûn ê bi min re aştiyê bikin.` Şertê herî giring ev e. Ya din jî ew e ku hêzên opozîsyonê bibin hevparê hikûmetê ne ango veguheztina pêkhateyên bi navê Artêşa Azad a Sûriyê bo Şamê, ku Tirkiye wan li Idlibê û derdora wê diparêze û çavdêriyê dike. Şertê duyem jî ev e. herwiha penaber jî hene. Misogerkirina vegera penaberan bo Sûriyê. Ev hemû şert û mercên pir dijwar in. Şertên Sûriyê jî hene û Tirkiye ti nîşanekê nade ku Tirkiye wan mercan pêk bîne. Beriya her tiştî vekişîna Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê şertê herî girîng ê Şamê ye. Rawestandina piştgiriya hêzên çekdar, milîs û komên terorîst. Ev jî şertekî din e. Tirkiye bêyî ku nîşan bide ku ew ê van şertan bi cih bîne an jî bi cih bîne, tenê dibêje diyalog neçarî bûye. Bi rastî, ew hinekî bê samîmiyetiye.
“Ez bawer nakim lampeya sor kesk bûbe”
Ez bawer nakim ku lampeya sor kesk bûbe, ez tenê behsa deverên gewr dikim. Beriya her tiştî Îran teqez li dijî operasyona Tirkiyê ye. Li aliyê din Rûsyayê jî dibêje 'Em fikarên we qebûl dikin, lê operasyon ne rast e. Li şûna wê, bi rêveberiya Esad re rûnin, biaxivin, muzakere bikin, di çarçoveya Peymana Edeneyê de rêyekê bibînin.` Niha ev nayê wateya lampeya kesk lê gava ez dibêjim qada gewr mebesta min ev e. Beriya her tiştî di navbera Rûsyayê de hin têkiliyên stratejîk hene. Ji ber Ukraynayê Tirkiye ji bo Rûsyayê bûye welatekî girîng. Ji bo vê yekê gelo Rûsya dikare çavê xwe ji hin mijaran re bigire? Bi gotineke din, ew dikare çavên xwe operasyoneke qismî re bigre ku bandorê li rewşa meydanî neke û hevsengiyê biguhere? Ez nabêjim lampeya kesk, ez tenê behsa çavgirtinê dikim.
“Rûsya îtîraz nake, rêgiriyê nake”
Em jê derdixin ku ji halê Tirkiyê fem dike. Bêyî operasyoneke bejahî. Yanî bêyî operasyoneke bejayî ji bo avakirina herêmeke kontrolê ya nû, operasyonên bi top û balafirên bêmirov berdewam dikin û em fêm dikin ku bi vê yekê razî bûye. Destkeftiyên Kurdan di xeterê de ne. Tirkiye têkbirina destkeftiyên Kurdan weke mercê asayîkirina Sûriyê daniye û nebûna statûyekê ji bo Kurdan şertê pêşî ye ku Tirkiye herî zêde tekezî li ser wê dike. Lewma normalîzebûn wê herî zêde bandorê li Kurdan bike. Wê bandorê li ser destkeftî û rewşa heyî ya Kurdan a li vir bike. Lebê ez bawer nakim ku Sûriyê bixweber bersiva vê daxwaza Tirkiyê bide yan jî dê bi erênî bersivê bide.
“Dijminatiya ku Tirkiye dixwaze ji aliyê Şamê ve bi heman tundiyê nayê nîşandan”
Tişta ku herî zêde rêveberiya Şamê pê dike pirsgirêk hebûna Amerîkiyan li wir e. Ji bo vê jî helwesta Şamê ya li hemberî kurdan tundtir dibe. Lê belê ev ne ji ber ku Tirkiye dixwaze, lewma dijminatiya ku Tirkiye dixwaze ji aliyê Şamê ve bi heman tundiyê nayê nîşandan. Ango Dijminatiya ku Tirkiye nîşan dide, tê xwestin ku Sûriye jî bi heman rengî nîşan bide. Ez bawer nakim ku Şam wê dijminatiyeke wiha weke siyasetekê diyar bike, lê ev ne tiştekî garantîkirina pêşeroja Kurdan e. Di rêveberiya Sûriyeyê de ev yek zêde bi germî nayê dîtin.
“Amerîkiyan bi têra xwe temînatê nedan”
Di destê kurdan de zêde cihê manevrayê nîne. Amerîkiyan bi têra xwe temînatê nedan. Kurd jî ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dibe ku bibin qurbanî, metirsiyeke wiha heye. Lê ya ku ji bo kurdan realîst e, bi Şamê re lihevkirin e. Yanî beriya ku Tirkiye bi Şamê re li hev bike, kurd bi Şamê re li hev bikin dê 1-0 bi pêş bikevin. Dibe ku ew şansek bi dest bixin ku bi rengekî destkeftiyên xwe biparêzin. Lêbelê, pêdivî ye ku zorê bidin vê kanalê. Çima ev kanal hatiye xitimandin? Bi rastî ji ber hebûna Amerîkayê li vê herêmê xitimî. yanî dema mirov ji Şamê lê dinêre, wek şertekî sereke datîne. Ji aliyê din ve Kurd wisa difikirin ku eger Amerîka derkeve, Tirkiye wê bi her awayî belav bike. Helbet dibe ku Îran û Sûriye jî helwestên cuda nîşan bidin. Li vêderê rêyeke girtî heye. Lê li pêşiya me bijardeya herî rast û realîst ew e ku Kurd di zûtirîn dem de bi Şamê re lihevkirinekê bikin.