Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li sînorê Şingalê ragihand

Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li sînorê qezaya Şingalê ragihand.

04.08.2023, Cum - 10:25

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li sînorê Şingalê ragihand
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê eşkere kiriye ku di operasyonekê de Yilmaz Bayram yê bi nasnavê Egîd Gever li sînorê Şingalê kuştine.

Li gor medyaya Tirkiyê, Egîd Gever berpirs bûye di dabînkirina çek û teqemeniyan de ji bo PKKê û li Iraq û Sûriyê çalakiyên hestyar encam dane.

Her wiha hatiye diyarkirin ku Egîd Gever ji sala 2010an ve tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x