Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê hesabê bankê yê 62 kesan ragirt

Wezareta Darayî û Xezînê ya Tirkiyê bi hinceta fînansekirina PKKê hesabê 62 kes û 20 weqf û komeleyan ê bankê ragirt.

29.11.2023, Çar - 07:56

Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê hesabê bankê yê 62 kesan ragirt
Nuçe Belav bike

Biryar ji aliyê Wezîrê Darayî û Xezînê yê Tirkiyeê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yarlîkaya ve hatiye îmzekirin.

Biryar îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.

Di biryarê de tê gotin ku ev pêkanîn di çarçoveya "Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê" ya hejmara 6415an de ye.

Dibe li gorî rêzbenda 4emîn a xala 7emîn a qanûnê bi hejmara 6415an li gor hikmên Qanûna Dadgeha Ceza li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya pêwendîdar ew biryar bê îtirazkirin.

Li gorî biryara ku îro di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin, Wezareta Darayî û Xezînê ya Tirkiyeyê bi hinceta fînansekirina PKKyê hesabê bankê yê 62 kes û 20 weqif û komeleyan ragirtiye yan cemidandiye.

Tê gotin ku kesên ev biryar derbarê wan de hatiye wergirtin li welatên wekî Awisturya, Belcîka, Brîtanya, Danîmarka, Fransa, Swêd, Siwîsre, Japonya, Îtalya, Norwec, Îraq, Sûriye, Almanya û Awistralyayê xebatên wan hene.

Biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin ji aliyê Wezîrê Darayî û Xezînê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya ve hatiye îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:19:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x