Vahap Coşkun: Heta ku Tirkiye ji Sûriyê dernekeve pêwendiyên herdu aliyan baş nabin

Akademîsyen dibêjin; di hevdîtinên di navbera Enqere û Şamê de divê mafên rewa yên Kurdan jî bêne parastin.

04.01.2023, Çar - 07:23

Vahap Coşkun: Heta ku Tirkiye ji Sûriyê dernekeve pêwendiyên herdu aliyan baş nabin
Nuçe Belav bike

Di navbera Tirkiye û Sûriyê de piştî 11 salan bi navbeynkariya Rûsya hevdîtinên dîplomatîk hatin kirin. Hevdîtinan di qada navdewletî de deng veda. Li gorî akademîsyenan Tirkiye polîtîkaya xwe ya li navçeyê bi temamî diguherîn û ev polîtîka dê bandorê li statûya Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bike. Akademîsyen dibêjin; di hevdîtinên di navbera Enqere û Şamê de divê mafên rewa yên Kurdan jî bêne parastin.

Di 29ê Berfanbara 2022an de bi navbeynkariya Rûsya, Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Moskowê hevdîtinek kirin. Ev hevdîtin, ji 2013an ve yekem hevdîtina dîplomatîk a di navbera herdu welatan de bû. Armanca hevdîtinan çareserkirina pirsgirêkên di navbera Enqere û Şamê de bû. Li gorî nirxandina akademîsyenan, di navbera Tirkiye û Sûriyê de gelek pirsgirêkên mezin hene ev pirsgirêk jî bi du-sê hevdîtinan çareser nabin.

Akademîsyen Vahap Coşkun ji K24ê re diyar kir: “Leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyê ne, ev pirsgirêkeke mezin e. Li aliyê din dê pozisyona PKKê çi be gelo? Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê dê vegerin an venegerin? Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Sûriye ji beriya her tiştî dibêje; divê Tirkiye leşkerên xwe ji erdê me derxîne. Heta ku ev daxwaz neyên cîbicîkirinî ti îstîqrarek di navbera Tirkiye û Sûriyê de çênabe.”

Di Adara 2011an de li Sûriyê şer û aloziyên navxweyî dest pê kir. Hikûmeta Sûriyê wekî gelek welatan rexne li Tirkiye jî kir û Tirkiye bi piştgirîkirina opozîsyona dabeşkar tometbar kir. Di vê navberê de Tirkiye kete beşek ji bakurê Sûrî û Rojava. Li gorî akademîsyenan piştî ku Tirkiye kete Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê mafên Kurdan û xelkê van herêman hatin binpêkirin.

Akademîsyen Azîz Yazgan ji K24ê re diyar kir: “Ji nû ve destpêkirina hevdîtinên di navbera herdu aliyan de gaveke baş e. Lê divê neheqiyên ku hatine kirin jî werin axaftin. Divê di vê serdema nû de mafên kurdan bêne parastin. Ya baş ew e ku di vê proseya nû de Kurd xwe birêve bibin.”

Li gorî hin îdîayan Enqere û Şam li Moskowê li hev nekirine. Rejîma Şamê dixwaze ku Tirkiye ji Sûriyê derkeve, piştgiriya opozîsyonê neke. Rayedarên Tirkiyeyê jî dibêjin ku hêviya wan ji van hevdîtinan ew e ku aşitî û aramiyê li navçeyê vegerînin. Rayedarên Tirkiyeyê didin zanîn ku hevdînên di navbera Tirkiye û Sûriyç de dê berdewam bikin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x