Wezareta Derve ya Tirkiyê: Ne diyar e Erdogan dê kengî serdana Iraqê bike

Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne, dema serdana Erdogan bo Iraqê ne diyar e û red dike ku bernameya serdanê aşkere bike.

28.08.2023, Pts - 08:09

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Ne diyar e Erdogan dê kengî serdana Iraqê bike
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Tirkiyê di bersiva pirseke ajansa K24ê de ragihand, ne diyar e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê kengî serdana Bexdayê bike.

Derbarê pirsa, Erdogan dê piştî Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê bike yan na? Wezareta Derve ya Tirkiyê got: “Em nikarin bernameya serdanê ji ti aliyekî re aşkere bikin.”

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yên Herêma Kurdistanê Aydin Marûf ku li gel şandekê çûbû Stenbolê, li ser serdana Erdogan aji bo Iraqê ji ajansa K24ê re got: “Em dixwazin peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de baştir bikin, lewma em ligel wê yekê ne ku her şandeke Tirkiyê ku serdana Iraqê bike, serdana Herêma Kurdistanê jî bike.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja 23ê Tebaxa 2023ê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re hevdîtin kiribû û gotibû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê serdana Iraqê bike, bêyî ku dema serdanê diyar bike.

Erdogan dê li ser 5 mijarên sereke serdana Iraqê bike

Tê çaverêkirin ku di serdana çaverêkirî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo Iraqê de, 5 dosyeyên sereke di hevdîtinên ligel berpirsên bilind Iraq û Herêma Kurdistanê de, bên rojevê. Çavdêr piştrast dikin ku serdana Erdogan bo Bexdayê ne serdaneke protokolî ye, belkû serdana rêkeftin û çareserkirina dosyeyan e.

Pirsa hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê yek ji pirsên herî sereke ne. Herwiha ser Erdogan dê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên di navbera her du welatan de, yên girêdayî ewlehî, av, aborî û veberhênanê.

Serdana Erdogan bo Bexdayê dê bibe yekem serdana serokomarekî Tirkiyê ji dema Turgut Ozal di dawiya salên 1980ê de, her çend e di salên 2008 û 2011an de Erdogan wek Serokwezîrê Tirkiyê serdana Bexdayê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:36:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x