Wezareta Perwerdeya Tirkiyê dema serlêdana dersên bijarte eşkere kir

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragihand ku dema proseya serlêdana dersên bijarte li dibistanên seretayî û navendî îro destpê dike û heta 10 Sibatê berdewam dike

16.01.2023, Pts - 10:54

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê dema serlêdana dersên bijarte eşkere kir
Nuçe Belav bike

Di demekê de beşek ji sazî û rêxistinên ku bi taybet ji bo hilbijartina dersên bijarteyên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî ji 10ê Çileya 2023yan ve kampanya dabûn destpêkirin û ji wê yekê nîgeran bûn ku Wezareta Perwerdeya Tirkiyê bi fermî dema destpêkirina dersên bijarte ranegihandine, îro wezareta navborî daxuyanî da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdeya Tirkiyê dema proseya serlêdana dersên bijarte li dibistanên seretayî û navendî îro Duşemê 16ê Çileya 2023yan destpê dike û heta 10 Sibatê berdewam dike.

Her wiha hat zanîn ku li Amedê şandina formên dersên bijarte bo xwendekaran dest pê kir.

Pêştir Şaxa Amedê ya Egîtîm Bîr-Senê ve ku sendîkayek nêzîkî hikumetê ye ragihandi bû ku dema dersên bijarte heta dawiya vê mehê hatiye dirêjkirin.

Şaxa Amedê ya Egîtîm Bîr-Senê di daxuyaniya xwe ya de ragihanibû: “Li ser daxwaza serokê şaxa me Ramazan Tekdemîr ya bi rêya nivîskî û medyayê, proseya hilbijartina dersên bijarte heta dawiya meha Çile hatiye dirêjkirin. Li ser xêrê be. Em ji bo vî karî spasiya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê dikin.”

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta dê bi vê biryara wezaretê heta 10 Sibata 2023an bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:27:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x