Wezîrê Dadê, li ser 'xweserî û federasyonê' bersiv da HUDA PARê

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, li ser gotinên Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu yên “Divê modelên rêveberiyê yên wekî xweserî û federasyonê bi awayekî serbest bên nîqaşkirin” got, "Ev nayê qebûlkirin."

26.12.2023, Sal - 13:46

Wezîrê Dadê, li ser 'xweserî û federasyonê' bersiv da HUDA PARê
Nuçe Belav bike

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di Parlamentoya Tirkiyeyê de di roja dawî de li ser budceyê axivî.

Yapicioglu ji bo Kurdan behsa modelên îdarî yên wekî eyalet, xweserî û federasyonê kiribû.

“Divê modelên îdarî yên sîstema eyaletê, xweserî û federasyonê bên nîqaşkirin”

Zekeriya Yapicioglu got, “Em tiştekî dibêjin, binêrin ez dixwînim: Bi hemû aliyên erênî û neyînî divê modelên îdarî yên sîstema eyaletê, xweserî û federasyonê bên nîqaşkirin.

Baş e, eger hûn, ji kerema xwe re, eger hûn tiştê dixwînin fêm nakin li vê derê rûnenin.

Eger hûn tiştê dixwînin fêm dikin û bi qest berovajî dikin, ti gotineke min nîne.”

“Ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li Parlamentoya Tirkiyeyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Yilmaz Tunç li ser daxuyaniya HUDA PARê ya “Divê mirov karibe xweseriyê nîqaş bike” wiha got:

“Bi ti awayî nabe ku ev bên nîqaşkirin. Ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin.

Xala 3yemîn a Destûra me eşkere ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe parçeyek e ku nayê dabeşkirin.

Ev xala 3yemîn ji wan xalên Destûrê ne ku nayên guhertin. Ji ber wê yekê jî nabe xalên nayên guhertin bên nîqaşkirin.”

Li Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û Wekîlê Serokê Grûpa CHPyê Alî Mahîr Başarir de li ser “xweserî û federalîzmê” nîqaşeke gur rû dabû.

Alî Mahîr Başarir berê xwe da Yapicioglu û gotibû:

“Ev heval dibêje, ‘Sîstema eyaletan, xweserî û federasyon jî di nav de divê em karibin li ser tevên modelan bi azadî nîqaşan bikin.’

Ev heval dibêje, Ez gotina ‘Xwezî bi dilê yê ku bibêje ez Tirk im’ qebûl nakim. Dibêje ‘Navê wê derê Kurdistan e.’”

Biryara Dadngeha Destûrê ya li ser Can Atalay

Li aliyê din, liser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku cara duyemîn derbarê parlamenterê TÎPê Can Atalay de mafê wî hatiye binpêkirin, Tunç wiha anî ziman:

“Cara duyemîn biryara binpêkirinê hatiye dayîn. Hîn biryara bi hincet nehatiye ragihandin.

Dema ku hat ragihandin dê dadgehên pêwendîdar di pêvajoyên pêwendîdar de biryarên xwe bidin. Em dê bi hev re li benda wê bisekinin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x