PDK-T: Peyama Sersaxi

Xebat u tekoşîna peşmergeyê qehreman şehidê dilovan Kak Ferîdun Ciwanroyî u hemî şehidên Kurdîstanê tu car nayê ji bîr kirin. Em jî dê ser rêya wan da heta Kurdistanekî azad u serbixwe pêk were di xizmeta gelê Kurd da bin.

26 Ağustos 2015 - 09:26
26 Ağustos 2015 - 09:26
 0
PDK-T: Peyama Sersaxi

Em bi xemgînî di buyerekî trafîkê da şehîdbuna endamê politburoya PDK ê u fermandeyê enîya Xazirê Kak Ferîdun Ciwanroyî bihîstin. Pêşmergeyê qehreman di xortanîya xwe da bi hêsta netewî ji bajarê Ciwanro ya rojhelata Kurdistanê tevlê şoreşa İlonê buye u heta evro jî wek pêşmergeyekî qehreman tekoşîna azadiya gelê Kurd da xebat u xizmet kirîye.

Xebat u tekoşîna peşmergeyê qehreman şehidê dilovan Kak Ferîdun Ciwanroyî u hemî şehidên Kurdîstanê tu car nayê ji bîr kirin. Em jî dê ser rêya wan da heta Kurdistanekî azad u serbixwe pêk were di xizmeta gelê Kurd da bin.

Em sersaxiyê ji malbata şehîdê qehreman u hemî heval u endamên PDK ra dixwazin.

Bila serê gelê Kurd sax be!

Partîya Demokrata Kurdistanê - Tirkîye

PDK-T

Bu haber toplam 3426 kişi tarafından görüldü.
Son güncellenme: 16:35:46