Jin û wêne

Li bajarê Hewlêr li Parka Şanedar pêşangeheke wêneyan hat vekirin.

08.03.2014, Cts - 08:49

Jin û wêne
Haberi Paylaş
Li bajarê Hewlêr li Parka Şanedar pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Di pêşengeha wêneyan a ji objektîfa wênekêş Şahram Baban hatibûn kişandin pêk tê, rastî eleqeyeke zêde hat. Di pêşangehê de ligel wêneyên zarokan ên xwezayê jî hene.

Li Hewlêr wênekêş Şahram Baban wêneyên xwe yên ku bi makîneya xwe kişandibûn bi pêşangehekê bi hunerhezan re parve kir. Baban anî ziman ku wek jinekê di wênekeşiyê de bi gelek astengiyan re rû bi rû hatiye, lê ji ber hezkirina wê ya wêneyan astengî derbas kirine. Şahram Baban, der barê hunera wênekeşiyê de hest û nêrînên xwe bi me re parve kir. Baban anî ziman ku di sala 2003\'yan de bi rêya nûçegihaniya wêneyan dest bi wênekeşiyê kiriye.

\'Ev têkoşîneke jiyanê ye\'

Baban got ku di destpêkê de ji wênekeşiya profesyonel zêdetir li pey wêneyên nûçeyan bû û got, \"Lê belê bi demê re ez ber bi qada wênevaniyê ve çûm. Ji sala 2005\'an û vir ve jî bi rengekî profesyonel di vê qadê de ez karê xwe dikim. Lê belê dîsa jî ez nikarim tevayî giraniya xwe bidim ser vî karî.\" Baban wek jinekê zehmetiyên pêre rû bi rû dimîne jî wiha anî ziman: \"Bêguman her tiştek jî li gor xwe zehmet e. Wek jinekê di karê nûçegihaniya wêneyan û wênevaniyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mam. Ji ber di nav civakên Rojhilata Navîn û kurdan de zêde azadiya jinê tune ye. Ji bo kar pêwîst dikir ez car caran biçim hin deverên dûr û min bi xwe ev amade kiriba. Ev têkoşîneke jiyanê ye û ji bo jinê jî têkoşîna hebûnê. Wek jinekê min gelek zehmetî derbas kirin.\"

\'Civaka bi tenduristî girêdayî zarokên ku bi tenduristî mezin dibin\'

Baban têkildarî 8\'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî got ku divê ne tenê rojeke jinan hebe, tevayî roj ên jinan bin. Ji ber rola jinê ya di civakan de pir girîng e. Li aliyê din jî zext û tundûtûjiya li dijî jinê pir zêde ye.\" Baban diyar kir ku di pêşangehê de cih daye wêneyên jin, zilam, zarok û xwezayê û wiha dewam kir, \"Armanca min hemû bi awayekî yekpare anîna îfadekirin e. Bi taybet divê mirov ji bo zarokan hewl bide. Zarok di xebata min de jî di rêza yekem de ne. Ji ber civakek bi tendurîstî girêdayî mezinkirina zarokên bi tenduristî ye.\"

\'8\'ê Adarê pîroz be\'

Baban bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: \"Ez careke din bi rêya we di şexsê jinên kedkar de 8\'ê Adarê li jinan pîroz dikim. Her wiha silavan ji zilamên di nav têkoşîna azadiyê de cih digirin re jî pêşkêş dikim. Her wiha bi taybet ji Rêber Apo re silavên xwe dişînim. Rêber Apo ji bo pêşketina jinê hewldanên mezin dike.\" Wê pêşangeha Şahram Baban a wêneyan a 16\'ê Adarê vekirî be.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 4865 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:13:53:51
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x