PDKê û Gorran civiyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevegra Gorran, ji bo ku derbarê awayê parvekirina postên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêjê bikin, civiyan.\n\nÎro şandeke Tevgera Gorran serdana Polîtbîroya PDKê li bajarokê Pîrmam kir û dê derbarê aw.

11 Aralık 2013 - 10:24
11 Aralık 2013 - 10:24
 0
PDKê û Gorran civiyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevegra Gorran, ji bo ku derbarê awayê parvekirina postên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêjê bikin, civiyan.

Îro şandeke Tevgera Gorran serdana Polîtbîroya PDKê li bajarokê Pîrmam kir û dê derbarê awayê beşdarîkirina Gorran di hikûmeta bê de gotûbêjê bikin.

Şanda Gorran ku bi serokatiya Omerî Seyid Elî ye, ji Celal Cewher, Mistefa Seyid Qadir, Aram Şêx Mihemed û D. Ako Mihemed pêk tê.

Şanda PDKê ji D. Roj Nûrî Şawês, Fazil Mîranî, Mehmûed Mihemed, Dilşad Şehab û Azad Berwarî pêk tê.

Tevgera Gorran biryar daye beşdariya kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û PDKê ku di hilbijartinan de ya yekem bû, pêşwaziya beşdariya wê tevgerê kiriye.

Bu haber toplam 1770 kişi tarafından görüldü.
Son güncellenme: 08:32:48