Rêveberiya Xweseriya “Kantona Efrînê” îro tê ragihandin
Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a “Kantona Cizîrê” û “Kantona Kobanî”ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e îro (29.

Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya Efrînê jî, mîna Kantona Cizîrê û Kantona Kobanî, dê ji Serokê encûmena cîbicîkar, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk bê.
Rêveberiyên xweserî yên ku PYDê li her sê Herêmên sereke yên Rojavayê Kurdistanê radighîne, van herêman weke sê Kantonên cuda ji hev başqe dike û ti nasnava kurdî yan jî kurdistanî li wan nake.
Civînên encûmenaên danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), roja 21.01.2014 li bajarê Amûdê û roja 27.01.2014 li bajarê Kobanî, encûmenên cîbicîkar ên kantona Cezîrê û Kantona Kobaniyê ragihandibûn.
Rêveberiya Demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan û bêyî Encûmena Niştimanî Ya Kurd, ku ji 14 partiyan pêk tê, hat ragihandin.
Son güncellenme: 04:26:34