2 welat li Kurdistan nûnertiya xwe vedikin

Hat ragihandin ku Ukrayna û Srîlanka biryar girtiye ku li Herêma Kurdîstan nûnertiya welatên xwe vebikin.

28 Tebax 2017 - 04:37
28 Tebax 2017 - 04:44
 0
2 welat li  Kurdistan nûnertiya xwe vedikin

Buroya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistan'ê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku her du welatên Ukrayna û Srîlanka'yê biryar dane ku konsolxaneyên fexrî li Herêma Kurdistan'ê vekin.

Di daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve tê gotin, di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistan'ê ya bo pêşxistina pêwendiyên derve û piştgirêdana bi prensîpa dergehên vekirî di rûyê civaka navdewletî de û piştî razîbûna hikûmeta Iraqa Federal û

Hikûmeta Herêma Kurdistan'ê, biryar hat dan ku rê bi vekirina konsolxaneyên fexrî yên her du welatên Komara Ukrayna û Komara Demokratîk a Sosyalîstî ya Srîlankayê li Herêma Kurdistan'ê were dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, bi vekirina wan konsolxaneyan, hejmara nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê digihîje 38 nûneriyan.