Tê pêşbînîkirin ku Mezlûm Ebdî, Tom Barrack û Ehmed Şer bicivin

Li gorî pêşbîniyan Mezlûm Ebdî, Tom Barrack û Ehmed Şer dê di demeke nêzîk de bicivin.

9 Tîrmeh 2025 - 11:15
 0
Tê pêşbînîkirin ku Mezlûm Ebdî, Tom Barrack û Ehmed Şer bicivin

Civîna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer dê li Şama paytexta Sûriyeyê be.

Medyaya Sûriyeyê doh ragihand ku ev civîna sêalî di çarçoveya hewlên Amerîkayê de ye da ku peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ya ku adara borî hatibû îmzekirin were bicihanîn.

Li gorî heman çavkaniyan, beriya civîna sêalî dê Mezlûm Ebdî û Tom Barrack bi hev re bicivin lê cihê wê civînê nehatiye eşkerekirin.

Medyaya Sûriyeyê diyar dike ku rojeva sereke ya civîna sêalî dê li ser bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de be.

Li gorî wê peymanê, HSD û saziyên Rêveberiya Xweser dê tevlî nav saziyên dewleta Sûriyeyê bibin.

Medyaya Sûriyeyê her wiha amaje bi wê yekê jî kiriye ku eger heye hinek xalên peymanê li ser daxwaza HSDyê û bi razîbûna Washingtonê bên guhertin.

Hat gotin ku îhtimal heye bi taybetî xalên dema bicihanîna peymanê (heta dawiya îsal hatibû diyarkirin) û xalên ku bi daxwazên Kurdan ên li Sûriyeyê ve girêdayî ne bên guhertin.

Li gorî agahiyan, Fransa jî dê li gel Amerîkayê beşdarî çavdêriya pêkanîna xalên peymanê bibe û rolekê di rêlibergirtina li her alozî û tengezarîya gengaz a di navbera her du aliyan de bilîze.

Tê pêşbînîkirin ku nûnerê Amerîkayê dosyeya hevahengiya di navbera HSD, Koalîsyon û hikûmeta Sûriyeyê de ya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de jî gotûbêj bike.