PWK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

9 Tîrmeh 2025 - 11:09
 0
PWK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Îro 88emîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.

Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.

Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha  sîxur û nokerê Dewleta Tirkîyeyê bû, roja 09.07.1937an, serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkir û bir teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kir. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.

Em di 88emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)