Abdullah Ocalan bangeke nû kir
Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê bangeke nû kir.

Bang bi dîmen e û beriya niha bi demeke kurt ji aliyê ANFyê ve hat belavkirin lê divê were gotin ku bang 19ê Hezîranê hatiye kirin.
Ocalan di banga xwe de got, "PKKyê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe aniye."
Banga nû ya Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
"Hevreyên hêja
Tevgera me ya xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe ya heyî û pirsgirêkên heyî de, têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dubare be jî ez dê bi namekeyeke berfireh û şênber, bersivên afirîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke exlaqî dibînim.
27ê Sibata 2025an min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim. Di Kongreya 12an a Fesixkirina PKKyê de we bi berferehî û awayekî pozîtîv bersiv da û ez vê helwesta we weke bersiveke dîrokî dinirxînim.
Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û hêja were dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pirê rabûne jî ew çendî hêja û bi qîmet e.
Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto weke serketina manîfestoya 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd, her wiha ez bawer im ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Ti fikarên min tunin ku ev yek mînakeke serketî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.
Dikarim eşkere bibêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad de pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.
Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.
-Tevgera PKKyê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya neteweyî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dubarekirin û xetimandin hate nirxandin. Dê dubarekirin û xetimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerenekirinên berfireh dewam bikin.
-Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bi sernavê Aştî û Civaka Demokratîk 'siyaseta demokratîk' weke taktîkeke bingehîn bi hiqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.
-Di rewşa heyî de danîna çekdan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyeyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.
-Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên partîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;
Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîv pêkan e. Ji hemû tiştên hatî gotin, encama derdikeve: PKKyê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe aniye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.
Ji bo em xebatên meclîs û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we ya çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê ber bi pêşde bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa hiqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berevajî divê weke serketineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.
DEMa ku di bin sîwana parlementoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo bi ser bikeve erkê bikeve ser milê xwe bi cih bîne.
Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min ti carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexis ji civakê nabe were cudakirin. Bi azadiya şexis civak û bi azadiya civakê jî şexis dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.
Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.
Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me a dîrokî eşkere piştrast dikin.
Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cûre rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.
Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û biryare im.
Banga min ji bo dema pêş, li ser esas biryarên kongreyê û herî dawî nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêşde biçin û encamên serketî bidest bixin.
Di nava silav, hezkirin û hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.
19ê Hezîrana 2025an
Abdullah Ocalan.”