Li Selahedînê teqîn

Li parêzgeha Selahedînê li nêzîkî baregeheke Heşdî Şebiyê teqînekê rû da.

23 Çile 2024 - 04:31
23 Çile 2024 - 04:31
 0
Li Selahedînê teqîn

Li gorî agahiyên destpêkê, di vê teqînê de du çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûne.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya li Selahedînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Li gorî agahiyan, teqînê serê sibehê saet 06:00an rû daye lê hîn ne zelal e bê êrişeke xwekujiyê ye yan jî teqîneke din e.”

Li aliyê din, grûpên nêzîkî Heşdî Şebiyê dibêjin ku êrişeke xwekujiyê bûye û du çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûne.