65 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand, li 17 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKyê” 65 kes hatin desteserkirin.

7 Çile 2025 - 07:23
7 Çile 2025 - 07:23
 0
65 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, di nav hefteyekê de li 17 bajaran li dijî “PKK/KCKyê” operasyona “Gurz-36” hatine lidarxistin.

Operasyonên desteserkirinê li bajarên Amed, Dîlok, Qers, Meletî, Mûş, Riha, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Edene, Antalya, Edîrne, Eskîşehîr, Stanbol, Îzmîr, Kocaelî, Manîsa û Muglayê yên Tirkiyeyê hatine kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “endamtî, propaganda û alîkariya PKKyê” 65 kes hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.