Artêşa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bû

Asayîşa Efrînê ragihand ku "artêşa Tirkiyê 60 metroyî derbasî nava axa sînorê herêma Efrînê bû ye û 1300 darên zeytûnan jêkirine.

16 Çile 2017 - 06:36
16 Çile 2017 - 06:36
 0
Artêşa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bû

Artêşa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bû
Asayîşa Efrînê ragihand ku "artêşa Tirkiyê 60 metroyî derbasî nava axa sînorê herêma Efrînê bû ye û 1300 darên zeytûnan jêkirine.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiyê li ser sînorê Kantona Efrînê di binpêkirinên xwe de berdewame û ji bo ku ji xwe re rêyekê ji axê li ser sînorên gundê Qimtliqê yê navçeya Şîhê veke û dîwarekî ava bike ketiye nava axa Efrînê. Herwiha li gor hinek şahidan Artêş Tirkiyê dest bi serrastkirina erdê kiriye û amadekariyan dike li seranserê sînorê Efrînê dîwar ava bike.