Banka Cîhanî zerara erdhejê eşkere kir
Li gor rapora Banka Cîhanî, tê pêşbînîkirin zerara erdhejên Mereşê ku bandor li 11 bajaran kir 34.2 milyar dolar be.
Banka Cîhanî zerara erdhejên Mereşê hesab kir û “rapora nirxandina zerarê” eşkere kir. Di raporê de bo ser hejariya li herêmê û koçberên Sûriyeyî bal hatiye kişandin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin, dê zerara erdhejê ligel erdhejên paşekî û rawestandina bazirganiyê zêdetir bibe. Li gor raporê milyonek û 250 hezar kes bê mal mane, ku avahiyên wan hilweşiyane yan zerareke zêde dîtine.
Li gor raporê sedî 81ê zerarê li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî.sedî 53ê zerarê ji ber avahiyên sivîl ên hilweşiyayî, ku dike 18 milyar dolar, sedî 28 ji ber avahiyên hikumî yên hilweşiyayî, ku dike 9.7 milyar dolar û sedî 19 ji ber rê, pir, ban, av û elektrîkê ku dike 6.4 milyar dolar çêbûye.
Cîgira Serokê Herêma Ewropa û Asya Navîn ê Banka Cîhanî Anna Bjerde ragihand, “Em hevxemê xelkên Tirkiye û Sûriyê ne ku êşeke zêde dîtin.”
Banka Cîhanî 9ê Sibatê ragihandibû, dê 1.78 milyar dolar alîkarî bide herêmên erdhejê.