Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dê birêve biçe

Li Hewlêrê di meha Adarê de, bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan dê were sazkirin.

25 Sibat 2023 - 12:52
25 Sibat 2023 - 12:52
 0
Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dê birêve biçe

Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî ragihand, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi çavdêriya Serok Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan dê were sazkirin.

Herwiha hat ragihandin ku pêşangeh ji 8 heta 18ê meha Adara 2023an, li pêşangeha navdewletî ya Parka Samî Ebdurehman were lidarxistin û hejmareke berçav ji weşanxaneyên Kurdî û Erebî û biyanî beşdar bibin.