Çûna Çiyayê Gabarê 15 rojan hat qedexekirin
Çûna Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê heta 15 rojan hat qedexekirin.
Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku Çiyayê Gabarê ku dikeve di nav sînorên navenda bajarê Şirnexê û navçeya wê Basayê de wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye ragihandin û çûna wî çiyayî heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
Qedexe sibe dest pê dike û heta 10ê Kanûna Paşînê ya 2024an berdewam dike.
Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li ber tawanan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin Çiyayê Gabarê.
Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawiyê de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.
Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.