DAÎŞ li Rojavayê Kerkûkê du gund dagirkir

Terorîstên DAÎŞê li Rojavayê Kerkûkê du gund dagirkir û xist destê xwe.

17 Cotmeh 2017 - 03:46
17 Cotmeh 2017 - 03:46
 0
DAÎŞ li Rojavayê Kerkûkê du gund dagirkir

Li gorî ragihandinan gundên navçeya Dibisê, Meleh û Tuveyle rastî êrîşê hatine û xelkê gundan ketine hewla revê.

Derbarê encamên êrîşan de ti zanyariyan piştrastkirî hîn nehatiye belavkirin, lê tê ragihandin ku hêzên ewlekariyê bo wan deverên rastî êrîşê hatine, hatine şandin.

Li gor zanyariyên jêderên herêmî, DAIŞ niha ber bi bîrên petrolê ve pêşve diçe.

Bajarê Kerkûkê doh 16ê Cotmehê ketibû bin kontrola Heşda Şebî û hêzên Iraqî.