Dawiya vê hefteyê asta germahiyê dê bigihîje 50 pileyê

Beşa Pêşbîniyê ya Saziya Keşnasiyê ragihand, tê çaverêkirin ku di rojên bê de pileyên germahiyê bilind bibe.

13 Tîrmeh 2022 - 11:15
13 Tîrmeh 2022 - 11:15
 0
Dawiya vê hefteyê asta germahiyê dê bigihîje 50 pileyê

Di daxuyaniya Beşa Pêşbîniyê ya Saziya Keşnasiyê de hat eşkerekirin, di encama hatina pêleke germahiyê de, di rojên în û şemiya bê de tê pêşbînîkirin ku pileya germahiyê bigihîje asta herî bilind.

Pileyên germahiyê yên li bajarên Başûrê Kurdistanê dê wiha bibe:

Hewlêr: 46 – 47

Silêmanî: 43 – 44

Duhok: 45 – 46

Kerkûk: 47 – 48

Helebce: 44 – 45