Dije Terora Kurdistanê: Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê 5 çekdarên PKKê li Şarbajêr kire armanc

"Firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Rengêne yê li devera Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kire armanc û di encamê de êrîşê 4 çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.”

29 Tîrmeh 2023 - 05:39
29 Tîrmeh 2023 - 05:39
 0
Dije Terora Kurdistanê: Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê 5 çekdarên PKKê li Şarbajêr kire armanc

Dije Terora Kurdistanê ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li devera Şarbajêr kire armanc û di encamê de 4 çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyekê de Dije Terora Kurdistanê ragihand: “Êvara Înê 28ê Tîrmeha 2023an, di demjimêr 20:00an de, firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Rengêne yê li devera Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kire armanc û di encamê de êrîşê 4 çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.”

Pêştir Qaymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ji ragihand, di encama bombebarana firokeyeke bêfirokevan ve, ku otomobîlek kire armanc, agir li navçeyê ketiye û tîmên tendirustiyê û Berevaniya Şaristanî û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê yê li gundê Rengêne yê ser bi qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê.