Ebadî ji Serok Barzanî re peyama Newrozê şand

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi helkefta cejna Newrozê nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand û hêviya xweşî û aramiyê kir.

20 Adar 2017 - 03:38
20 Adar 2017 - 03:38
 0
Ebadî ji Serok Barzanî re peyama Newrozê şand

Deqa Heyder Ebadî wiha ye:

“Ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Hêvîdar im hatina cejna Newrozê ligel xwe de xweşî, şadî û mizgîniya serkeftina li hember DAIŞê bi xwe re bînbe. Herwiha cejna biharê bibe xweşî û armiyê biser welatê me de bîne. Hêvîdar im herdem tendurustiya te baş be.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.”