Erdogan: Derfeteke nû vebûye, em dixwazin xwînê rawestînin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hatiye avakirin, weke "derfeteke nû" binav kir û got, girtina biryaran bi yekdengî di du civînên pêşîn de "hêvîdar"

Erdogan doh 11ê Tebaxê piştî Civîna Kabîneyê ji çapemeniyê re axivî. Erdogan diyar kir, ew ê tekez bigihîjin armanca "Tirkiyeyeke bêteror" û wiha domand: "Hefteya borî pêngaveke watedar hat avêtin. Ji bo ku em heta hetayê ji terorê xilas bibin, derfeteke nû hate vekirin. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê gelekî bi qîmet bû."
Erdogan, girtina biryaran bi yekdengî di du civînên pêşîn ên komîsyonê de, ji bo pêvajoya aştiyê weke gaveke "hêvîdar" nirxand û got: "Em girîngiyê didin piştevaniya her kesî ji bo çareserkirina vê meseleya ku bi beqa û ewlehiya 86 milyonî ve girêdayî ye. Em dixwazin bi hevre xwîna ku diherike rawestînin û rondikên çavan biqedînin."
Serokkomarê Tirkiyeyê herwiha tekez kir, ew ê her cure piştgiriyê bidin xebatên komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM).
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hatiye avakirin, di 5ê Tebaxa 2025an de yekem civîna xwe li dar xist. Di civîna yekem de, navê komîsyonê hate diyarkirin û 12 xalên rêbazên xebatê bi yekdengî hatin qebûlkirin.
Komîsyonê civîna xwe ya duyem di 8ê Tebaxê de pêk anî. Di vê civînê de, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê de agahî dan komîsyonê.
Komîsyon, ku bi armanca tevlêbûna hemû partiyên siyasî yên li parlamentoyê bi 51 endaman hatibû plankirin, ji ber ku ÎYÎ Partiyê endam nedan, bi 48 endaman dest bi kar kiribû. Lê bi pêşniyareke ku ji Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re hat pêşkêşkirin û hat qebûlkirin, sê kursiyên vala yên ÎYÎ Partiyê li ser Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin belavkirin.
Nûvekirina herî dawî: 17:48:25