Serok Barzanî û Konsolê Rûsyayê çend mijar gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Maksîm Robîn kir.

13 Tebax 2025 - 17:45
13 Tebax 2025 - 17:45
 0
Serok Barzanî û Konsolê Rûsyayê çend mijar gotûbêj kirin

Li gor daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhat û guhertinên li herêmê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Herwiha, di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de hate kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:30:25