Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got: "El Bab çi ji aliyê me çi ji aliyê ASAyê ji 4 aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Hêzên me ketine navenda El Babê."

12 Sibat 2017 - 09:17
12 Sibat 2017 - 09:17
 0
Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên

Mijarên sereke yên axiftina Erdoganî:

Ji ber ketine nava El Babê, DAIŞ ketiye qonaxa derketina ji El Babê.

Piştî El Babê, Minbic û Reqqa heye.

Di vê kordînatên şaş de, daxuyaniya me li gorî daxuyaniyên MIT û Sererkana Tirkiyeyê ne. Daxuyaniya me wek serokkomar rast e, ji bilî wê guh nedin ti daxuyaniyan.

Li gel ku hîn em daneketine Aksaray û Mersinê jî lê gelê me dibêje "Erê".

Armanc li vir(Sûriyeyê) damezirandina herêmeke ewle ye ku berfirehiya wê 4-5 km. Ev çareserî dê rê li ber koçberiyê jî bigire