Faik Ocal, pirtûka a xwe ya bi navê '101 Romanên Kurdî' îmze dike

Nivîskarê Kurd Faik Ocal, bi navê \'101 Romanên Kurdî Rexne, nirxandin û şîroveyên zanistî\' wê jibo danasina wî rojên 29-30.10.2022\'de pirtûka xwe îmze bike.

24 Cotmeh 2022 - 05:23
24 Cotmeh 2022 - 05:23
 0
Faik Ocal, pirtûka a xwe ya bi navê '101 Romanên Kurdî' îmze dike

Rexne, nirxandin û şîroveyên zanistî li ser romanên kurdî zêde nehatine kirin. Ev berhem berhemeke ku di qada xwe de yekem e ku bi rengê şîrove, rexne û nirxandina romanên Kurdî hatîye kirin. Berhem ji du cildan pêk tê. Ev cilda yekem e û ji 376 rûpelan û 50 romanan pêk tê.

Nivîskar bi rê rêbazên zanistî berhema xwe amade kiriye û bi wî rengî pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Nivîskar tevî rexne, nirxandin û şîroveyan, di dawiya her romana hatiye nirxandin de, puan dide ziman, edîtorî, estetîk, honandinedîtorî, weşanxane û hwd. Xwîner hem bi wan pûanan hem rexne, nirxandin û şîroveyan, der barê romanê de digihîje agahîyeke gelek baş.

Ji bo nasîna romanên kurdî ev berhem berhema herî baş ya ku heta niha hatîye çapkirin e.