HPG: Helîkoptera Artêşa Tirkiyê hêzên me xistin xwarê

HPGê îdia kir ku helîkoptera 13 leşker têdebûn li Şirnaxê ketibû, wan xistiye.

2 Hezîran 2017 - 12:06
2 Hezîran 2017 - 12:06
 0
HPG: Helîkoptera Artêşa Tirkiyê hêzên me xistin xwarê

HPGê daxuyaniyek weşand û tê de îdîa kir ku 31ê Gulanê helîkoptara hêza koordîneya operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li Çiyayê Kato-Besta birêve dibir ji aliyê hêzên wan ên li herêmê ve hatiye xistin.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku helikopter demeke kurt piştî rabûnê li têlên elektrîkê qelibî û ketiye. Di encamê de jî 13 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dabûn.