Kore'ya Bakûr, roja lêxistina xaka DYA'yê destnîşan kir
Ajansa fermî ya Kore ya Bakûr ragihand ku artêş li benda fermana serokê dewletê, Kim Jong Un e. Eger ferman bide, wê di nîvê tebaxê de 4 fuzeyan bişînin ser Girava Guamê.
Berdevkê Artêşa Kore, hişyariya ku Trump dabû wan, wek tiştekî beredayî binavkir û got wê heya nîvê tebaxê amadekariyên xwe temam bikin ku karibin li baregeha Amerîkayê ya Guam ê bixin.
Generalê Artêşa Koreya Bakûr Kim Rak Gyom, di rapora xwe de ragihandiye û dibêje: ”Wê fuzeyên Hwasong-12, ji aliyê Artêşa Xelkê ya Koreyê ve bên berdan û wê di ser herêmên Shimane, Hîroşîma û Koichi yên Japonyayê de derbas bibin û li hedefa avên ku ji Guamê 30-40 km dûr e bidin.”