Kurdistan piştî hinaran dê sê berhemên din jî hinarde bike

Herêma Kurdistanê çend berhemên din henarde dike û dê şandek ji bo nîşandana hinaran biçe Îmarata Erebî.

19 Berfanbar 2022 - 04:30
19 Berfanbar 2022 - 04:30
 0
Kurdistan piştî hinaran dê sê berhemên din jî hinarde bike

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Celîl Saleyî dibêje sala bê ew dê hinar, tirî, sêv û hingiv jî hinardeyî welatan bikin.

Her wiha biryar e ku sibe şandeke Helebce û Zaxo bi cilûbergên Kurdî û Alaya Kurdistanê hinarên Kurdistanê li Îmarata Erebî nîşan bidin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Celîl Saleyî ku di beşa projeyên stratejîk de dixebite û hevdem serpereştiya hinardekirina hinaran dike diyar kir ku nîva hinarên hatibûn amadekirin, hatine hinardekirin, Herêma Kurdistanê 2 hezar ton hinar amadekirin ku sedî 70 ji Helebce û sedî 30 yên Zaxo ne. Her wiha destnîşan kir ku sala bê dê hinar, tirî, sêv û hingiv jî hinarde bikin.

Heta niha berhema hinaran ji bo Îmarata Erebî, Qeter û Rûsyayê hatine hinardekirin, amadekarî hatine kirin bo hinardekirina wan bo Brîtanya û Fransa jî daxwaza hinarên Kurdistanê kirine.