Li Dîlokê dayikeke Sûrî û zarokê wê yê 4 salî di otomobîlê de mirî hatin dîtin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê termê dayikeke Sûrî û kurê wê yê 4 salî di otomobîleke par kirî de hatin dîtin.

18 Hezîran 2022 - 02:55
18 Hezîran 2022 - 02:55
 0
Li Dîlokê dayikeke Sûrî û zarokê wê yê 4 salî di otomobîlê de mirî hatin dîtin

Li gor zanyariyan hejmareke welatiyan li ser rêya sereke ya Dîlok-Rihayê otomobîleke parkirî dîtin û li ser vê yekê tîmên cendermeyan agahdarkirin.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên cenderme û tendirûstî hatin cihê bûyerê û termê dayikek û zarokêkî dîtin.

Piştî lêkolînên destpêkê termê wê dayikê û zarokê wê ji bo karûbarên otopsiyê bo Pizîşkiya Dadî ya Dîlokê hatin birin û di encama lêkolînên li wir de derket holê ku ew termê yên jina “Sûrî” ya bi navê Emîne El. A û kurê wê yê 4 salî Xalid M. ye.

Hat ragihandin di otopsiyê de li ser laşê wê dayikê û kurê wê gelek derbên kêrikan hatine dîtin.

Li aliyê din têkildarî bûyerê hevjînê wê jinê yê bi navê Mustafa M. ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat destserkirin.