Li Efrînê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû, 3 kes birîndar bûn.

6 Çile 2024 - 04:44
6 Çile 2024 - 04:44
 0
Li Efrînê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Li gorî medyaya herêmî duh danê êvarê di encama teqînekê li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku teqîn ji ber bombeyekê pêk hatiye.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, dengê çend ambulansan li cihê bûyerê tê bihîstin û hejmareke zêde ya welatiyan kom bûne ku zerera madî çêbûye.

Rêveberiya Xwecihî ya Efrînê heta niha derbarê ziyanan de ti agahî belav nekirine.