Li Qirimê depoyeke teqemeniyê teqiya

Êrîşeke firokeya bêfirokevan a Ukraynayê bû sedema teqîna depoyeke teqemeniyê li Qirimê ku ji sala 2014an ve ji aliyê Rûsyayê ve hatine kontrolkirin.

22 Tîrmeh 2023 - 12:59
22 Tîrmeh 2023 - 12:59
 0
Li Qirimê depoyeke teqemeniyê teqiya

Îro Şemiyê, li Qirimê êrîşeke firokeya bêfirokevan a Ukraynayê bû sedema teqîna depoyeke teqemeniyê, êrîşê wisa kir ku desthilatdarên navçeyê hemû wan kesan veguhezînin ku pênc kîlometre ji depoyê dûr bûn, herwiha hatûçûna wê pirê ku nîvgiravê bi Rûsyayê ve girê dide, bo demeke kurt hat rawestandin.

Desthilatdarê navçeyê Sergey Aksenov gotiye, teqînek li depoya li navçeya Krasnovardsky ya li navenda Qirimê rûdaye, lê belê ti ziyaneke giyanî derneketiye holê.

Sergey Aksenov Ukraynayê bi encamdana êrîşê tometbar dike, di demekê de ku Kîevê li ser vê mijarê demildest daxuyanî neda.