Li Rihayê otomobîl ji paş ve li barhilgirê ket: 2 mirin

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê otomobîlê ji paş ve li barhilgirê xist û 2 kes mirin.

4 Tebax 2023 - 02:35
4 Tebax 2023 - 02:35
 0
Li Rihayê otomobîl ji paş ve li barhilgirê ket: 2 mirin

Di kîlometreya 3yemîn a rêya Riha-Kaniya Xezalan de da otomobîla ku Emrah Keklîk (22) diajot û plaqeya wê 07 NZ 501 e, pev ve barghilgira H.Y. diajot û plaqeya wê 63 K 7791 e, xist.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, polîs, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê

Beşeke ket binê barhilgirê, piştî xebata ekîbên îtfaiyeyê otomobîl ji bin barhilgirê hat derxistin.

Şofêr û Yunus Emre Ataşlar ê (22) ku di otomobîlê de asê bûn, canê xwe ji dest da.