Li Rihayê şer: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 22ê Kanûnê di şerê du aliyan de 7 kes birîndar bûn.

23 Berfanbar 2022 - 06:45
23 Berfanbar 2022 - 06:45
 0
Li Rihayê şer: 7 kes birîndar bûn

Di navbera gundiyên Sofîce, Bejik, Keleşka Hecî Mehmo û Demirciyê yên Siwêregê de, doh bi şev 22ê Kanûna 2022ê ji ber pirsgirêka erd şer çê bû û bi dar û keviran li hev dan.

Li gor zanyariyan, di şerê navbera wan aliyan de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 7 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê û nexweşxaneyên Rihayê hatin veguhestin.

Herwiha di bûyerê de zerar gihişte 7 otomobîl û makîneyeke kar jî.

Ji bo şerekî nû neqewime, li gund û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.