Li Sêrtê zarokê 2 salî şekir di qirika wî de ma û canê xwe ji dest da

Li navçeya Xizxêrê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve, zarokê du salî ku şekir çû qirika wî canê xwe ji dest da.

5 Çile 2023 - 05:56
5 Çile 2023 - 05:56
 0
Li Sêrtê zarokê 2 salî şekir di qirika wî de ma û canê xwe ji dest da

Li gor zanyariyan, li gundê Deştadarê yê navçeya Xizxêrê, zarokekî 2 salî yê bi navê Omer Faruk Acikca dema li malê bi birayê xwe re lîstiye, şekir xwariye û di qirka wî de maye.

Piştî ku malbat rewşê dibînin û pê dihesin ku şekir di qirka Omerê 2 salî de maye, yekser kurê xwe radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Xizxêrê.

Li gor agahiyan, tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê Omer Faruk ê 2 salî canê xwe ji dest da.