Li Xarpêtê qeza: 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Depê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

29 Îlon 2023 - 03:59
29 Îlon 2023 - 03:59
 0
Li Xarpêtê qeza: 9 kes birîndar bûn

Otomobîla Mîrzalî Y. diajot û otomobîla şofêrê wê Yavuz K. ser rêya gundê Gundegdiyê li hev qelibîn.

Di qezayê de tevî her du şofêran 9 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyer.

Hat zanîn ku rewşa 4 birîndaran dijwar e.

Ambulansan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Depê û Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînê.