Nasnameya koçbereke Kurd ku li Egeyê xeniqîbû hat eşkerekirin

Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Aware û Penaberan nasnameya koçberekî din ku li ava welatê Yûnanistanê canê xwe ji dest dabû, eşkere kir.

9 Mijdar 2022 - 02:44
9 Mijdar 2022 - 02:44
 0
Nasnameya koçbereke Kurd ku li Egeyê xeniqîbû hat eşkerekirin

Hejmara qurbaniyên bûyera roja 1ê Mijdara borî, li qeraxên welatê Yûnanistanê bo 26 kesan bilind bû, ku hejmarek Kurd jî di wê belemeyê de bûn, Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Aware û Penaberan li ser vê mijarê ragihand, termê koçberekî din yê Kurd hat dîtin.

Dezgeha Lûtke eşkere kir, piştî dilniyabûna ji zanyariyan û nasîna termê wê ji aliyê kesekî nêzîkî wê ve, termê koçbereke Kurd ku jin e, navê wê Ziryan Emîn e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, hat dîtin.

Ziryan Emîn zêdetirî meh û nîv, li welatê Tirkiyê li benda çûna ber bi Ewrûpayê bûye, piştre di bûyera 1ê vê mehê, di nav belemeyeke 70 kesî de canê xwe ji dest daye.