Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê li Hewlêrê hevdîtinek kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê Vahagn Xaçaturyan li Hewlêrê hevdîtinek kir.

29 Sibat 2024 - 05:51
29 Sibat 2024 - 05:51
 0
Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê li Hewlêrê hevdîtinek kir

Vahagn Xaçaturyan li Bexdayê bi rayedarên Îraqê re hinek hevdîtin kiribûn.

Xaçaturyan piştî ziyareta xwe ya Bexdayê îro gihişt Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkiririn.

Piştre jî civîna Nêçîrvan Barzanî û Vahagn Xaçaturyan dest pê kir.

Li gorî agahiyan, dê mijarên wekî “pêwendiyên her du aliyan” û “bihêzkirina van pêwendiyan” werin gotûbêjkirin.