Newroza Wanê li bin siya alayên Kurdistanê hat pîrozkirin

Bajarê Serhedê yê Wanê bi behr û keleha xwe ji bo siyaseta Bakurê Kurdistanê yek ji bajarên herî sereke ye.

18 Adar 2024 - 03:13
18 Adar 2024 - 03:13
 0
Newroza Wanê li bin siya alayên Kurdistanê hat pîrozkirin

Wanê Newroz bi coş û qerebalixeke dêwendam pîroz kir.

Kelecana hilbijartinan û germahiya heyî wiha kir ku Newroz ji salên çûyî cûdatir û di rengê referandûmê de derbas bibe.

Hevseroka DEM Partiyê, namzedên şaredariyan û parlementer bi cilûbergên neteweyî li qadêbûn û di ber siya alayên Kurdistanê de govenda jin û zarok kal û ciwanan bû.

Piştî çendîn salên di bin zext û guvaşên dewletê de, piştî qedexekirina her cor çalakî û demeke di bin bêdengiyê de îro li Wanê coş û şoxûşeng bû.

Alaya rengîn li ba bû û bi deh hezaran Kurd li kêleka Keleha Wanê govend û dîlan gerandin.