Pakistanê êrişî Îranê kir

Pakistanê ragihand ku wan li Sîstan û Belûçistanê êrişî “xalên terorê” kiriye.

18 Çile 2024 - 03:30
18 Çile 2024 - 03:30
 0
Pakistanê êrişî Îranê kir

Rêveberiya Pakistanê ragihand ku ew rêzê li serweriya Îranê digirin û ew dê ji bo ewlehiya gelê xwe tedbîrên pêwîst wergirin.

Çend roj berê Îranê jî bi dronan êrişî xaka Pakistanê kiribû.

Artêşa Pakistanê ragihand ku Îranê bi vê êrişê serweriya wan binpê kiriye û wan jî îro êrişî grûpên terorîst ên li Îranê kiriye.

Alîkarê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê Elî Reza Merhemetî jî da zanîn ku di vê êrişê de sê jin û çar zarok hatine kuştin.