Îranê sê girtiyên Kurd îdam kirin

Sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.

8 Berfanbar 2023 - 04:51
8 Berfanbar 2023 - 04:51
 0
Îranê sê girtiyên Kurd îdam kirin

Li gorî çavkaniyên xwecihî, sê girtiyên Kurd ên bi navên Elî Şahîn Nejad, Solet Tusen û Can Elî Nedîmî îro hatin îdamkirin.

Herwiha hat zanîn ku Elî Şahîn Nejad xelkê gundê Pêsanayê yê navçeya Tergewerê ye, Solet Tusen xelkê gundê Qişlaqayê yê navçeya Terziliyayê û Can Elî Nedîmî jî xelkê gundê Pîrancixayê yê navçeya Somayê ye.

Ew her sê girtî bi tohmeta qaçaxçîtî û bazirganiya madeyên hişbir hatibûn girtin û dadgehê biryara îdamkirina wan dabû.