Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li hember êrişên Tirkiyê seferbertî ragihand

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê (PYD û YPG) li dijî gef û êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava, seferbertî ragihand.

9 Cotmeh 2019 - 05:49
9 Cotmeh 2019 - 05:49
 0
Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li hember êrişên Tirkiyê seferbertî ragihand

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, ku di destê PYD/YPGê de ye, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û gef û êrişên Tirkiyê li ser wî beşa Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew sê rojan li seranserî Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê seferbertiyê ragdigehînin.

Rêveberiya Rojava her wiha bang li her kesî kiriye, xwe ji bergiriyê re amade bikin û berê xwe bidin herêmên ser sînor û nerazîbûna xwe li dijî êrişên Tirkiyê nîşan bidin.

Di daxuyaniya rêveberiya Rojava de hatiye gotin ku berpirsiyartiya her tiştî dikeve stûyê NY, Amerîka, Rûsya, Ewropa û tevahiya saziyên navdewletî, ji ber wê jî bila ew wezîfeya xwe ya exlaqî û wîjdanî bicîh bînin û nehêlin Rojavayê Kurdistanê rastî felaketeke mirovî were.